"Kêm kes dikarin nerînên ku ji pêşbiryarên derûdorê
cuda ne, bêtirs derbirînin; piraniya kesan ji xwe nikarin bigihên
nerînên wilo." Albert Einstein (1879-1955)
|
|
|
15.08.2008 - 18:45
Siyasetvanê kurd Mişeel Temo hate girtin
amude.com
 Mişel Temo | QAMIŞLO (amude.com) - Berpirsê partiya Şepêla Pêşerojê ya Kurdî li Suriyê Mişeel Temo hatiye girtin. Partiya wî di daxuyaniyekê de ragihand, ku Temo do piştî nîvê şevê ji aliyê kesine ne diyar ve hatiye "revandin". Temo hingî ji bajarê Kobanê dihat û berê wî li Helebê bû. Ji hingî ve kesek tiştek li ser wî nizane. » bixwîne..
|
reklam
 |
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
10.08.2008 - 21:44
Umer Şêxmus li ser peywendiya Kurdan bi USA re: Xewna me bi cî hat!
Sîrwan H. Berko - Stockholm
 Umer Şêxmus: "Siyaseta USA ya yekalî bi ser neket." | - Serketineke gelekî mezin e ku gelê kurd karî berjewendiyên xwe bi berjewendiyên Emerîkayê ve girêbide û wekî dostekî nêzîk lê binere. Emerîka ji sala 1991ê ve gelê me li Kurdistana başûr paraztiye û alîkariya xelkê Iraqê kir ku Sedam Hisên bê avêtin û herweha alîkariya Kurdan kiriye ku di warên aborî, ewlekarî û yên din de bi pêş keve. Xewnek me hebû ku dewleteke mezin di cîhanê de têkilî tevgera gelê kurd bibe û piştgirtiya wê bike. Ev xewn bi cî hat. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
10.08.2008 - 20:16
Çîroka Barzanê ku 221 şûşe xwîn bexşandiye
amude.com
 Barzan Gewher bi kêfxweşî xwîna xwe de dide. (Wêne: prîvat) | Berî demekê di çapemeniya Kurdistana Iraqê de nûçeyên welatiyekî kurd hatin weşandin, ku di 26 salan de 221 şûşe xwîn bexşandiye ji bo hevwelatiyên xwe yên li Kurdistanê. Navê wî Barzan Seîd Gewher e. Malpera Amûdê li Hewlêrê pêrgî Barzan hat û xwest nas bike bê ma gelo ev kî ye, ev kesê ku ewqas xwîn bi kêfxweşî û razîbûna xwe dide rijandin? » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
10.08.2008 - 17:42
Elmanya li polîsên kurd digere
Sîrwan H. Berko - Gelsenkirchen
 Polîsên elman li hevkarên bi esil biyanî digerin. (Wêne: Polizei NRW) | Bi taybetî li bajar û taxên ku hejmara kesên bi esil biyanî zêde ye, kêşeyên mezin jî lê zêde ne. Li van deveran gelek caran polîsên elman bêçare dimînin û nema dizanin çi bikin. Da ku polîs bikaribin bêtir kêşeyên çandî çarser bikin û dûrbûna di navbera xwe û xelkê de kêmtir bikin, siyaseta elmanî çarseriyek peyda kir: polîsên bi esil biyanî. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
10.08.2008 - 10:00
Helbestvanê filestînî Mehmud Derwîş mir
amude.com
 Helbestvanê evîn û şoreşê: Mehmud Derwîş | RAMELLAH (ap/amude.com) - Hlebestvanê filestînî Mehmud Derwîş do di 67-saliya xwe de mir. Derwîş li Emerîkayê li nexweşxaneyeke bajarê Houston ji ber pirsgirêkine mezin piştî emeliyateke dil mir. Mehmud Derwîş yek ji navdartirîn helbestvanên bi zimanê erebî ku bandora wan gelekî mezin e. Di helbestên xwe de Derwîş tim û tim şerê ji bo serxwebûna Filestînê û herweha çarenivîsa Filestîniyên koçberkirî dikir mijar. Wî helbestên evînê bi welêt ve girêdidan. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
08.08.2008 - 19:38
Olympia 2008ê dest pê kir
amude.com
 Agirê Olympiyayê îroj pêket û dê ta dawiya leystikan venemire. |
PEKÎNG (ap/amude.com) - Bi ahengeke pir mezin a rengîn û pêşangeheke li ser dîroka Sînê ya 5000 salan îroj li Pekîng paytexta Sînê Leystikên Olympî hatin destpêkirin. Ta 24ê vê mehê dê werzişkarên ji 204 welatan di 302 pêşbirkên 28 leystikan de ji bo bidestxistina mîdalyonên zer, zîv û bronz bên hemberî hev. Sîn ne tenê ji ber Olympiayê di neynika raya giştî ya cîhanî de ye, lê herweha ji ber siyaseta wê ya Tîbetê û herweha ya mafê mirovan. Raya giştî ya cîhanê vê siyaseta Sînê rexne dike. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
08.08.2008 - 07:34
Arif Delîle azad e
amude.com
 Dr. Arif Delîle | ŞAM (amude.com) - Piştî heft sal di zindanê de çalakvanê mafê mirovan ê surî Dr. Arif Delîle (68) do serbest hate berdan. Ji ber rewşa wî ya tenduristî ya xerab Delîle bi biryareke lêburînê ji serokatiya Suriyê ji zindanê derket. Profesorê beşê aboriyê Arif Delîle di 09.09.2001ê de hate girtin û di sala 2002ê de bi îdîaya "gurrkirina ji bo protestoyên çekdar" 10 sal zindan lê hatibûn birîn. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
03.08.2008 - 23:24
Eslê designerê cîhanî Luîgî Colanî kurd e
amude.com
 Luîgî Colanî li pişt yek ji xebatên xwe. |
DORTMUND (amude.com) - Yek ji navdartirîn designerên cîhanê bi eslil Kurd e. Di hevpeyvînekê de bi rojnameya elmanî Frankfurter Allgemeine Zeitung re designerê elman Luîgî Colanî got ku malbata bavê wî ji eşîra Çolanî li Kurdistana Iraqê ye. Bapîrê Colanî berî 200 salan koçberî Îtalya û Swêsrayê bûye. Dêya wî jî polonî ye. Colanî namsnameya xwe ya kurdî gelek caran eşkere kiriye. Wî berî niha ji rojnameya ingilîzî Guardian re gotibû ku ji ber eşîra bavê wî di havîn û zinvistanê de heman cil li xwe kirine, "heman adet cem min jî heye". Luîgî Colanî tim cilên sipî li xwe dike, ku wî bi xwe design kirine. Colanî bi gelek şirket û dezgehên cîhanî re xebitiye, mîna dezgeha emerîkî NASA. Ew do bû 80 salî. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
03.08.2008 - 21:21
Istixbaratên elmanî: PKK ne li dû êrîşên Stenbolê ye
amude.com
 Ernst Uhrlau | FRANKFURT/STENBOL (ap/amude.com) - Li gorî nerîna istixbaratên elmanî ne PKK li dû êrîşên Stenbolê ye. Rojnameya elmanî "Bild" di nûçeyeke xwe de li ser zimanê berpirsê istixbaratên elmanî Ernst Uhrlau dinivîsîne: "Ev êrîş naşibihe PKK. Teknîka êrîşê û cî û dema wê bêtir xelfiyeteke islamîst an jî hêzên tirk ên hundirîn li dû wê diyar dikin." Uhrlau herweha got ku ne dûr e rêxistina terorîst Al-Qaîdayê li dû vê êrîşê be. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
03.08.2008 - 09:55
Girtina Mihemedê Musê: Dema bêdengî dibe qebulkirin
Sîrwan H. Berko
 Kurd wî bitenê dihêlin: Mihemed Musa. | Bêdengiya li hemberî girtina sekretêrê Partiya Çep a Kurd li Suriyê Mihemd Musa pejirandina girtina wî ye. Rêjîma Suriyê baş dizane ku pişta siyasetvanê kurd di nav Tevgera Kurdî de ne xurt e. Bi vê helwesta xwe Tevgera Kurdî ji rêjîmê re peyamekê dişîne û dibêje ku ew di girtin û işkencekirina Mihemdê Musê de azad e. Ev şermeke mezin e ji tevgereke azadîxwaz re! » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
31.07.2008 - 22:17
Li Berlînê Kurd bi parlamenterên elman re civiyan
amude.com
BERLÎN (amude.com) - Ji bo balkişandina ser rewşa mafên mirovan li Suriyê û protestokirina peymana hevkariyê di navbera Elmanya û Suriyê de Komela Kurdên ji Suriyê li Berlîn/Brandenburgê îna buhurî bi komek ji parlamenterên elman re civiya. Nûnerên komelê ji aliyê „Grûpa karê mafê merovan û alîkariya insanî" ya hevbendiya partiyên CDU/CSU di parlamenta elmanî de ve hatibûn vexwendin, da ku nerîna wan li ser pirsên girêdayî bi Suriyê ve bi giştî û Kurdên Binxetê bi giştî bizanibin. Komela kurdî ji vê grûpê re diyar kir, ku heta rewşa siyasî û ewlekarî li Suriyê neyê guhertin, gerek dewleta elmanî penaberên kurd neşîne Suriyê, bi taybetî ew Kurdên bê nasnameyên surî. Parlamenteran soz da ku ewê ji bo vê yekê bikevin nav hewildanan. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
31.07.2008 - 22:00
Kurd dextê li Erebên Iraqê dikin: Kerkuk dixwaze bibe Kurdistan
amude.com
KERKUK (pukmedia/amude.com) - Di civîneke xwe ya awarte de, encumena parêzgeha Kerkukê îroj biryar da ku ew dixwazin Kerkuk bi îdareya herêma Kurdistanê ve bê girêdan, eger Kurd û Ereb li ser qanuna hilbijartina parêzgehan li hev nekin. Bîstûçar endaman ev xwezteka xwe di daxwaznameyekê de bi cî anî û daxwazname îmze kir. Civîna Parlamenta Iraqê roja yekşema bê li dar dikeve. Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Kurdan û hevkarên xwe yên ereb li hev kiriye ku ew xala 24ê ya qanuna hilbijartina parêzgehan bê guhertin. Li gorî xala 2 ya qanuna jimar 13 ya qanuna rêvebiriya teybetî ji bo avakirina herêman a sala 2008ê mafê parêzgeha Kerukê heye ku bibe beşek ji herêma Kurdistanê. Lê divê parlamenta Iraqê vê daxwaznameyê bipejirîne. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
30.07.2008 - 08:54
Silêmaniyê jî ji xala 24ê re got NA
amude.com
SILÊMANÎ (amude.com) - Piştî Kerkuk û Hewlêrê îroj xelkên bajarê Silêmaniyê jî li dijî xala 24ê ya qanuna hilbijartina parêzgehan a iraqî nerazîbûna xwe nîşan da. Xwepêşanderan alên Kurdistanê û herweha hejmareke mezin ji panketan bilind kirin, ku li ser wan dirûşmên li dijî xala 24ê ya qanuna hilbijartina parêzgehan û ji bo bicîanîna madeya 140 a destura Iraqî hatibûn nivîsandin. Di planê de ye ku sibe li Duhokê jî xwepêşandanek li dar keve. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
29.07.2008 - 10:59
Kevneêsîrê elman li ser girtina xwe ya ji aliyê PKKê ve diaxive
amude.com
DORTMUND (amude.com) - Yek ji çiyahilkêşên elman ku berî demekê ji aliyê PKKê ve hatibû girtin, dê îşev ji bo yekemîn car di televizyonê de li ser girtina xwe biaxive. Lars Reime, ku 12 rojan girtî mabû, îşev dibe mêvanê bernameya «Markus Lanz» a kanala ZDFê. Bername seet 22.45 dest pê dike. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
29.07.2008 - 10:31
Hewlêr li dijî xala 24ê li ser piyan e
amude.com
HEWLÊR (pukmedia/amude.com) - Ji bo protestokirina madeya 24 a li ser hilbijartina parêzgehan vê sibehê bi dehhezaran ji nişteciyên Hewlêrê li pêşiya avahiya parlamentê dest bi xwepêşandanekê kir. Dezgehên hikumî û herweha dikanên bazirganî hatine girtin. Xwepêşanderan hejmareke mezin alên Kurdistanê û panket bilind kirine, ku li ser wan dirûşmên li dijî xala 24ê û ji bo bicîhanîna xala 140 a destura Iraqê hatine nivîsandin. » bixwîne..
|
| ----------------------------------------------------------------------------------- |
|
|
|
|
«Li Kurdistanê gendelî heye û divê nemîne»
|
|
Malpera Amûdê li te digere!
|
|
|